Paşxane
Rêzen semîneran ên Bingehên Pirrengiyê qasî 20 sal berê ji aliyê Beşa Aborî, Enerjî û Bazirganiyê ya Senatoyê hat destpêkirin û bi piştgiriya aborî ya Investitionsbank Berlinê dimeşe.
Bi hevkariya civakên etnîkî yên cur bi cur, semînerên nû-destpêk ên pirzimanî tên lidarxistin bi zimanê almanî li gel gelek zimanên din. Em gazî dikin hemû kesên ji welat, çand û kultur, û beş û balên cuda yên dixwazin şîrketekê ava bikin, werin beşdar bibin destpêkeke şert û merc û derfetên avakirina karekî li Berlînê, standina şêwirmendiyê û firehkirina torên xwe yên civakî û profesyonelî.
Her wiha, hûn ê bikarin fuarên karan nas bikin, derfetên wêdetir ên têkilî û pêştgiriyê bi dest bixin, bi kesên karên xwe ava kirine biaxivin derbarê serpêhatiyên wan û pirsên xwe ji wan bikin.