Seminer
Di semînerên yek-rojî de, hûn ê gav û pengavên avakirina şîrketekê û çêkirina karê xwe hîn bibin, pirsên xwe bikin, şêwirmendiyê bistînin ji kesên pispor û xweyî serpêhatî û kesên din ên eleqedar ji civaka xwe û ji civakên din nas bikin.
Gavên yekemîn derbarê şert û mercên avakirina şîrketêkê û sazkirina karê serbixwe, agahiyên derbarê rewşa qanûnî li Almanyayê û derfetên piştevanî û piştgiriyê li Berlînê ne.
Formate
Îsal ji ber rewşa zehmet, li şûna semîneran, em ê webinarên online pêşkêşî we bikin ku ew ê piraniya wan zindî bin. Hûn ê bikarin pirsên xwe bipirsin, fikrên xwe parve bikin bi kesên din ên eleqedar re ku dixwazin şîrketekê ava bikin û şêwirmendiyeke takekesî û têkûz bistînin ji pisporên xweyî tecrûbe.
Pêdivî: kompûtereke serçokî (laptop) an jî telefoneke destan ku hûn dikarin bi înternetê girê din (smartphone), berguhk û mîkrofonek baş û hekê we bivê kamerayek.
Beşdarbûn hêsan e: Divê hûn qeyda xwe çêkin bi forma ku webinara hûn dixwazin beşdar bibin, heqê beşdarbûnê bişînîn, emaileke qebûlê li gel URL û şîfreyê werbigirin. Ji ber ku em dixwazin ev webinar wekî semîneran be û heman derfet çêbin ji bo beşdaran, tenê 20 kes dikarin beşdar bibin her carekê, da ku beşdar bikarin pirsên xwe bikin û fikrên xwe parve bikin. Ew ê hemû agahiyên din ên derbarê beşdarbûn û şandina heqê beşdarbûnê ji vir peyda bibin.
Webinar, her wekî semîneran, dê qasî 6 saet be. Di naverokê de, ew ê beşên teorîk û derfetên nîqaşê, bersivandina pirsan, hevdûnaskirin û parvekirina armancên xwe hebin. Ew ê pêşkêşiyên bi medyayên cuda hebin ji bo baştir nîşandanê. Ew ê carna navber hebin û di dawiyê de jî rapirsînek ji bo ku beşdar bikarin naverok û pêşdaçûna xebatê binirxînin da ku em bikarin bersiv bidin pêdivî û mirazên we û pêşniyarên xwe çêtir bikin.
Naveroka Semineran
Kesên dixwazin şîrketekê ava bikin yekem gavên avakirina şîrketa xwe hîn dibin:
- Derfetên avakirina şîrketekê çi ne?
- Mirov çawa dikare fikreke rast çêke?
- Kîjan formên fermî hene û termên (peyvên girîng) çawa tên bikaranîn?
- Ez çawa dikarim karê xwe bi serê xwe saz bikim?
- Ez ji bo vegerandina baca xwe çawa dikarim binivîsim?
- Şert û mercên kesên ji welatên cuda çi ne?
- Plana karekî çawa pêk tê?